MELE İSMET KILIÇARSLAN

My blogs

About me

Gender Male
Introduction Seydayê nemir Kılıçarslan di sala 1932 an li gundê Çorsên a Tetwanê hate dinê. Wî, li gundê xwe perwedehiya medresê girt û feqitîya xwe li ba Seydayê Mele Abdulsemed dom kir heta ku bû mela. Li herêma Bidlîsê û Muşê erka melatiyê kir. Di van deman de hestên kurdewariyê jî hêdî hêdî dixiste nav xelkê. Seydayê Mele Îsmet, mewlûd û wazên xwe bi kurdî pêk dihanî û di aliyê din de jî bi rêxistinên Kurda li başûr û bakûrê welêt, têkildar bû. Gelek caran ji aliyê dewletê ve hate girtin. Piştre ji meletiyê karkenar bû. Ji ber zextên dewletê mala xwe barkir Izmîrê kir. Li wir û li Enstituya Istanbulê jî bi komele û saziyên din yên çand û wêjeyên Kurdî de xebatên xwe dikir. Senatoyê TZP Kurdî bû. Seyda gelek berhemên hêja wergerand Kurdî. Beşek ji berhemên wî ev in: Meshefa Reş, kitêba Cilwe, Meşahîrên Kurd (Navdarên Kurd) û Jînenigariya Qazî Muhammed. Mele Îsmet di 3 tebaxa 2006 an de li Îzmîrê jiyana xwe ji ber qeziyekê trafîkê ji dest da. Gotina wî ya nasdar ev e: ”Kesê ku bi zarokê xwe re bi tirkî diaxive, dibe qatilê zarokê xwe û qatilê neslekî!”